Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê girtiyek li ber çavê xelkê bidar vekir

11:57 - 27 Tebax 2024

Rêjîma Îranê li bajarê Simnanê de girtiyek ku bi tohmeta kuştina parêzerekî dadgehê li bajarê Şahrûdê, sizaya bidarvekirinê bi ser de sepandibû, li berçavê xelkê medenî bidar vekir.

Roja Duşemî 5ê Xermananê, girtiyek ku bi tohmeta kuştina parêzerekî li bajarê Şahrûdê de sizaya bidarvekirinê bi ser de hatibû sepandin li bajarê Şahrûdê de li ber çavê xelkê medenî hate bidarvekirin û ew sizakirine bi biryara taya 49 a dadgeha bilind a rêjîma Îranê, hatiye birêvebirin û pêka îdiaya nûçegihaniya Mîzan a ser bi dezhgeha dad a rêjîmê, ew bidarvekirin nîne belku qesas e û li ser daxwaza malbata kesê hatîkuştinê bûye.

Li vê derheqê de serokê Saziya Mafê Mirov li Îranê “Mehmûd Emîrî moqeddem” tevî huşdarîdan bi zivîrîna bidarvekirinên li ber çavê xelkê medenî, bi belavkira daxuyaniyekê daye zanîn ku ew sizakirinek hovane ye û divê ji aliyê civaka navnetewî ve bê şermezarkirinê.

Herwisa navbirî agihand: “Bidarvekirin li ber çavê xelkê, kiryareke nemirovane, bê rehmane û bêrêzîkirin e ku tevî sepîna vê li ser kesê bidarvekirî, tevahiya xelkê qurbaniyê vê ne