Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ciwanekî xelkê Bokanê bo girtîgehê hate veguhastin

18:40 - 27 Tebax 2024

Ciwanekî xelkê bajarê Bokanê ku li xwenîşandanên nerizayetî li Xezelwera 1398 a Rojî de ji aliyê hêzên hov ên rêjîmê derb bi çaveke wî kevtibû, bo girtîgeha rêjîmê li bajarê Bokanê hate veguhastin.

Pêka rapora “Kempêyna Berevanî ji Girtiyên Siyasî û Medenî” ciwanekî xelkê bajarê Bokanê yê bi navê “Metîn Hesenî” ku li xwenîşandanên seranserî yên Xezelwera sala 1398 a Rojî de derbek giran bi çavekî wî kevtibû, bo derbaskirina sizaya sepandî ji aliyê rêjîma Îranê, bo girtîgeha rêjîmê li bajarê Bokanê hate veguhastin.

“Metîn Hesenî” ku li pêvajoya xwenîşandanên nerizayetiyê de çaveke xwe ji dest dabû, li 3ê Rêbendana 1402 a Rojî de ji aliyê hêzên ewlehî yên rêjîmê ve hatibû binçavkirin û piştî derbasbûna heyvek lêpirsîn, bi danîna barimteyê û bi awayê demkî hatibû azadkirin.

Li 27ê Banemera sala 1403 a Rojî, dadgeha pêregihîştin bi dosyeya wî ciwanê Kurd, bi tohmetên “xapandin an bizvandina xelkê bo şer û kuştinê û teblîxat li dijî nizam” 31 heyv girtîgeh bi ser de sepand.

Sepandina vê sizaya nedadperweran bi ser wî ciwanê kurd, nigeraniyên li derheq reftara tundûtîj a rêjîmê digel xwenîşanderên nerazî zêde kiriye û vê yekê dide xuya ku pêvajoya tepeserkirina neraziyan û çalakvanên medenî li Îranê, berdewam e