Bi sedema qutbuna li peyhev û berdewam a berqê li seranserê Îranê, tevî xisarpêketin bi darayî û berhemên xelkê, jiyana asayiya wan jî xistiye bi bandora xwe bi atybet li bajarê Selmasê rewş xirabtir e.
Hejmarek ji xelkê bajarê Selmasê bi belavkirina nûçeyên pêwendîdar bi qutbûna berqê dane zanîn ku qutbûna li peyhev û demdirêj a berqê, rewşa jiyan û karê welatiyan li wî bajarî de gelek dijwar kiriye û tevî jikarkevtina alavên malan, xisarên malî bi welatiyan dikevin.
Herwisa li wan nûçeyên belavbûyî de hatiye ku berq çendîn caran li rojê de qut dibe û her carê nêzî 5-6 demjimêran ew qutbûna berqê berdewam dibe û li 24 demjimêran de ew rewş çendîn caran dubare dibe û xelkê ji vê rewşê bêzar bûye.
Herwisa xelkê bajarê Selmasê dane zanîn ku ti berpirsekî rêjîmê bi taybet fermandariya rêjîmê li wî bajarî, ti bersiveke bi xelkê nade.
Tevî ku qutbûna lipeyhev a berqê li seranserê Îranê de heye, li bajarê Selmasê de ew rewş gelek dijwartir e û dukandar, xwediyê sarxaneyan, berhenhênerên xwarinan û herwisa kargehên pîşeyî li wî bajarê de rastî pirsgirêkên gelek micid hatine û tevî xisarên malî, karê wan bi rêjeyeke gelek zêde sekiniye.