Li heyva derbasbûyî anku heyva “July”yê de rêjîma Îranê zêdetir ji 92 kes li Îranê de binçav kirine ku 49 kes ji wan, welatiyên Kurd bûne.
Pêka amara “Hengaw”ê, hêzên ewlehî yên rêjîma Îranê li heyva derbasbûyî ya zayînî, “July”yê de zêdetir ji 92 kes li Îranê de binçav kirine an revandine ku ji vê amarê 49 kes welatiyên Kurd, 12 kes Gîlek, 12 kes jî Belûç bûne û li gelemperê de 22 kesên binçavkirî, jin bûne.
Herwisa Hengawê daye zanîn ku zêdetirîn rêjeya binçavkirin li vî heyvê de , li parêzgeha Urmiyê de bûye. pêka vê amarê: Parêzgeha Urmiye 32 halet(28 welatiyên Kurd, 3 hevwelatiyên Azerî û welatiyek Behayî), parêzgeha Sine 21 halet, Parêzgeha Gîlanê 12 halet, Parêzgeha Sîstan û Belûçistanê 11 halet, parêzgeha Tehranê 7 halet( 5 hevwelatiyên Fars û 2 welatiyên Lur û Kurd), Parêzgeha Xûzistanê 3 halet ku 2 ji wan hevwelatiyên Ereb in, Parêzgeha Xurasanê 2 halet, Parêzgeha Gulistanê 2 halet(hevwelatiyek Fars û hevwelatiyek Belûç û li Parêzgeha Elborz 2 halet hatine tomarkirin.