Rêberê rêjîma Îranê ku pêştir îdia dikir Bercam bi zirara rêjîmê ye niha bo çewtekarî dibêje: “hinek car sazan digel “dujmin” xirab nîne” û ew yeka daxwaziya rêjîmê bo destpêkirina danûstandinê navkî ye.
Rêjîma Îranê ku pêştir idia dikir Bercam pere kaxezeke derbasbûyî ye niha bo xwederbaskirin ji givaş û bandorên li ser xwe, bo çewtekarî û bi armanca qazanckirina dem û dirêjtir kirina temenê xwe, sazan digel dujmin bi xirab nizane û bi awayekî paşekêşe ji îdiayên xwe yên tundajo dike.
Elî Xamineyî bi gotina vê yekê ku hinek car sazan digel “Dujmin” xirab nîne, rê bo destpêkirin a danûstandinên navkî bo rêjîma Îranê vekir lê li rastiyê de bi wî awayî rêjîma Îranê dixwaze givaşên navnetewî bi sedema berfirehtirbûna bernameya navkiriya rêjîmê li ser xwe kêm bike.
Li vê derheqê de Wezîrê Derve yê Amerîkayê ragihandiye ku em pêka kiryarên rêjîma Îranê biryarê didin ne pêka axaftinên berpirsên rêjîmê.
Herwisa Kamêla Harîs a berbijêra demokratên Amerîka bo serkomariyê, bi rohnî ragihand ku bo berevanî ji hêzên Amerîka û berjewendiyên wî welatî, li hember rêjîma Îranê û terorîstên ser bi vê rêjîmê, em ji ti karekê xwe naparêz in