Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şerê di navbera Îslaîl û milîsên ser bi rêjîma Îranê berdewam e

12:15 - 28 Tebax 2024

Li devera qiraxa rojavayî ya Çemê Ordonê li çendîn bajaran de serbazên Îsraîlî çone nav bajaran û şerekî giran li navbera wan û milîsên ser bi rêjîma Îranê qewimiye.

Artêşa Îsraîlê ragiahndiye ku bi armanca rêgirîkirin ji êrîşên milîsên ser bi rêjîma Îranê li qiraxa rojavayê Çemê Ordonê, mezintirîn opreasiona xwe li vê deverê û li bajarên “Cinîn, Elfari`e, Qebatiye, Nablos, Nûr Alşems, Tûbas û Tûlkerem”ê de bi rê ve birine.

Herwisa Arêşa Îsraêl ragihand ku bi rêya êrîşên esmanî binkeyên terorîstî li qiraxa rojavayî ya Çemê Ordonê kirine ermanc û ji nav birine û pêka amarên destpêkî, zêdetir ji 11 milîsên ser bi rêjîma Îranê li vê deverê de kuştine.

Ew operasiyone ku bi navê “Kempa Havînî” hatiye navdêrkirin, bi maşînên gullenebir, boldozêr û hêlîkopteran hatiye kirin û serbazên Îsraîlî çone nav bajaran û derbên giran bi milîsên Hemasê û milîsên din ên ser bi rêjîma Îranê dane.

Devera qiraxava rojavayê Çemê Ordonê, ku 37 bajaran li xwe digre, li navbera Îsraîl û Ordonê de ye û ji aliyê desthilatdariya xwebirêveber a Felestînê ve tê birêvebirin.

Herwisa li sibêdeha roja Çarşemiyê, 7ê Xermananê, kamiyoneke hilgirê mûşekên Hizbullahê li bakûrê devera Beqa`i a Lubnanê de bû armanca êrîşa esmaniya Îsraîl û hate teqandin.