Girtiyê siyasiye Kurd bi navê “Seyîd Mihemedemîn Husêynî”, kurê “Seyîd Resûl” û xelkê bajarê Pîranşehrê ku ev çend sale sizayê ser xwe de sepanî dikêşe, Dadistanê Pîranşehrê yê bi navê “Mocteba Mehmûdî” ji nû ve daxwaz kiriye ku bila ev sizayê heta niha wî girtiyî kêşayî, neyête hisabê û ji nû ve bête sizadanê.
Seyîd Mihemedemîn Husêynî li destpêka sala 1400 an bi sûçê hebûna çekê û xebat bo têkdana ewlehiya welat û endametî li yêk ji hizbên Kurdistanî yên dijberî rêjîmê hate destbiserkirin, û sizayê 8 sal girtin û dûrxistina bo yêk ji bajarên parêzgeha Tewrêz bi ser de hate sepandin.
Niha piştî derbasbûna pitir ji 3 salan kêşana wî sizayî, wî girtiyê siyasiye Kurd daxwaza pêdaçona hikmê xwe kiriye, lê Dadistanê Pîranşehrê ne vê daxwaza wî qebûl dike û ne jî rê dide bo pêdaçona perwenda wî. Herwisa Dadistanê Pîranşehrê gotiye ev sizayê heta niha wî girtiyî kêşayî hisab nine, û divê nihade bo bête hisab û digel serbest berdana wî muxalife.