Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navendeke spaha pasdaran a terorîst li parêzgeha Fars teqiya

11:34 - 29 Tebax 2024

Li yekeya spaha “Sahib Elzeman” li parêzgeha Îsfehanê de teqîneke mezin qewimiye û pêka daxuyaniya spaha pasdaran a terorîst, kesk hatiye kuştin û 10 kes jî birîndar bûne.

Pêka rapora nûçegihaniya Fars a ser bi spaha pasdaran a terorîst, bi sedema lêçona gazê li kargeheke spaha “Sahib Elzeman” li bajarê Îsfehanê, teqînek qewimiye ku li encamê de gorî nûçeyên nefermî dehan kes hatine kuştin û birîndarkirin.

Heta niha bi serastî sedema teqîn li vê navenda spaha psdaran de nehatiye zanîn û herwisa rêjeya kuştî û birîndaran û herwisa xisarên pêketî bi vê binkeya spaha pasdaran, nehatiye zanîn.

Egera destverdan û êrîş li ser vê binkeya spaha pasdran a terorîst heye, lê zanyariyên belavbûyî destpêkî ne.

Xaleke balkêş li daxuyaniya spaha pasdarn a terorîst ku li nûçegihaniya Fars de belav bûye, ev e ku li dawiyê de heşteka Îsraîl “#Israil” daniye.

Bajarê Îsfehanê cihê çendîn binkeyên hestiyar ên rêjîmê wek binkeya navkî, binkeyên esmanî yên diron û lêkolînên pîşeya esmanî ku dironên cura “Şahid-136” berhem tîne û radara berevanbiya esmanî ya binkeya 8 a artêşa rêjîmê ye ku pêştir bibû armanca mûşekên îsraîlî û hatibû teqandin.