Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Qutbuna berqê li Îranê de bûye kirîzeke micid

11:36 - 29 Tebax 2024

Bi sedema qutbûna berdewam û lipeyhev a berqê li seranserê Îranê, piraniya karên berhemanîn, paşkevtkirina xwarinan û karê pîşeyî li Îranê de sekinîne û nerizayetiya xelkê li pey xwe anîye.

Li bajarê Têhranê de xelkê nerazaî ji qutbûna berdewam a berqê û xwediyên kargehên pîşeyî yên devera pîşeyî, cotsayda bingehîn a deverê û rêya bingehîn a Abelî û siyahsengê daxistin û xwenîşandan kirin.

Herwisa Qutbûna berdewam û berfireh a berqê li Kirmaşanê, Erdebêl, Tewrêzê nerizayetiya xelkê li pey xwe aniye, xelkê bajarê Laristanê ser bi parêzgeha Fars bo nîşandana nerizayetiya xwe li qutbûna berqê,li rûberûyê bînaya fermandariya rêjîmê li wî bajarî kombûneke berfireh a nerizayetiyê lidar xistin.

Herwisa li bajarê Kaşanê, bazarî û dukandaran bo nîşandana nerizayetiya xwe dukan û bazarên xwe daxistin û li bajarê Bûşêhrê de nanwaxaneyan raginadine ku bi sedema qutbûna bê bername û lipey hev a berqê, hewîrê hewce bo patina nan xirab bûne û bi neçarî ew avêtine.

Herwisa qutbûna berqê li bajarê Terwrêzê bû sedem ku kar li kompaniya traktorsaziya Tewrêzê de bisekine û kompanî bê daxistin.

Polîsê Têhranê jî ragihandiye ku zêdetir ji %58 a bûyerên hatinûçonê li 4 heyvêpn derbasbûyî de ku bûne sedema canjidestadana 117 kesan, bi sedema qutbûna berqê li demjimêrên tarî li bajarê Têhjranê de bûye ku li dema derbasbûn li şeqaman, bi sedema lêketina maşînan ji dest dane.