Kombûnên nerizayetî ya perstaran, kedkar û karmendên pîşeyî, xwendevan û bav û dayîkên wan û çendîn kombûnên din li Kurdistan û Îranê bi rê ve çon û roj bi rojê berfirehtir dibin.
Roja Çarşemî 7ê Xermananê, 32emîn roja kombûn û xwenîşanda kedkarên kompaniya Wagon Pars berdewam bû û karmendên palavtingeha 12 ya “Gaza Parsê Cinûbî” li yekeye “SPGC” û yekeya 11 a Eselûyê û karmendên pîşeyî yên Şirketa “Behrêberdarî ya Neft û gaza Axacarî”, kombûna nerizayetiyê li 23emîn rojê de berdewam kirin.
Herwisa li vê rojê de xwendevanên li qonaxa konkor û bav û dayîkên wan li derheq şêwaza birêvebirîna konkorê, nerizayetiya xwe nîşan dan û li rûberûyê bînaya Şêwraya Bilind a Înqilaba Ferhengî li bajarê Têhranê, kombûna nerizayetî lidar xistin.
Li bajarê Tebesê de jî karmend û kedkarên pîşeyî yên kangehê ya yekeya “Saman Kavoş” bi sedema heqdesta kêm, kombûna nerizayetiyê lidar xistin û dest ji kar berdan û kedkarên girêbestkar ên bajaravaniya wî bajarî jî bo nîşandana nerizayetiya xwe li hember nedana heqdestan, karê xwe ragirtin û kombûna nerizayetiyê lidar xistin.
Li bajarê Tewrêzê de jî karmendên yekeye “Şeskam” a îdareya Muxabirata Îranê, kombûneke nerizayetiyê lidar xistin û pêdegirî li ser daxwaziyên xwe kirin.
Herwisa li Rojhilatê Kurdistanê de perestar û kadrên dermanî yên Zanîngeha Pizîşkî ya bajarê Îlamê, tevlî kombûna nerizayetiya perestaran bûn û rûberûyê bînaya parêzgariya rêjîmê li vê parêzgehê de kombûna nerizayetiyê lidar xistin.