Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê ciwanek li jêr îşkenceyan de kuşt

11:41 - 29 Tebax 2024

Ciwanekî xelkê bajarê Lahîcanê ser bi parêzgeha Gîlanê ku ji aliyê hêzên hov ên întizamî yên rêjîmê ve hatibû binçavkirin, bin îşkencê de hate kuştin.

Ciwanek bi navê Seyîd Mihemed Mîrmûsewî, xelkê gundê “Seyîd Mehele”yê ser bi devera “Rûdbine” ya bajarê Lahîcanê li parêzgeha Gîlanê, ku roja şemiya derbasbûyî de ji aliyê hêzên hov ên îtizamiya rêjîmê hatibû binçavkirin, bi lêdan û kutanê bo binkeya hêza întizamî ya bajarê “Lengerûd”ê hatibû vegihastin û hêzên hov ên rêjîmê, bi îşkencekirinên nemirovane û lêdan û kutanê, li jêr îşkenceyan de ew ciwan kuştin.

Termê wî ciwanî ku derb û birînên îşkencekirinên dirindane li ser piraniya laşê wî xuya dikir, radestî malbata wî kirine lê ew malbat ji aliyê berpirsên rêjîmê ve kevtine jêr givaşê ku nabe kuştina wî bê belavkirin û dadgeha rêjîmê li bajarê Lengerûdê de jî gef li vê malbatê xwariye ku li egera midyayîbûna kuştina kurê wan, dê dosyesaziyê bo wan çê bikin û wan binçav bikin.

Malbata wî ciwanî tevî hemû gefxwarin û givaşan, kuştina kurê xwe ji aliyê wan hêzan ve belav kirin û rêjîmê bo perdepoşkirina cvinayerta xwe û ji rêderxistina raya giştî û kêmkirina givaşa ser xwe, bi awayê demkî 5 serkutker ên hêza hov ên întizamî, binçavkirine ku heta niha jî ti dosyeyek bo wan nehatiye çêkirin.