Hejmarek zêde ji xisarpêketiyên şirketa “Rizayet Xodroyê Terawet Novîn” li roja Yekşemiya derbasbûyî kombûna nerizayetiyê lidarxistibûn, 11 kes ji wan hatibûne binçavkirin û yek ji wan bo nexweşxaneyê hatiye veguhastin.
Rêjîma Îranê 11 kes ji xisarpêketiyên nerazî yên şirketa “Rizayet Xodroyê Terawet Novîn” ku li kombûna nerizayetiya xisrapêketiyên vê şirketê ku li ber deriyê mala yek ji birêveberên vê şirketê kombûna nerizayetiyê lidar xistibûn, ji aliyê hêzên hov ve hatibûne binçavkirin ku yek ji wan ê bi navê “Elî Heqîqet”, roja Çarşemî 7ê Xermananê, bi destên girêdayî, bo nexweşxaneyê hatiye veguhastin.
Hêzên tepeserker ên întizamî, bilî Elî Heqîqet, 10 kesên din ên bi navên “Omîd Êmamqulî, Resûl Rehmanî, Ramîn Rehmanî, Riza Tahirxanî, Îrec davûdîneseb, Riza Husêynî, Ebulfezil Hêyderî, Mortêza Tahirî, Mehdî Îrandûst û kesekî din ê bi nasnavê Şîrxanlû” binçavkiribûn.
Li halekê de ku gendeliya malî ya birêveberên şirketa “Rizayet Xodroyê Terawet Novîn” eşekere û berçav e, rêjîma Îranê wan binçav nake û berwajî kesên xisarpêketî yên vê şirketê binçav dike.
Heta niha zanyariyeke zêdetir li derheq rewşa tendirustiya “Riza Heqîqet” belav nebûye.