Kedkaran, karmendên pîşeyî, Werzêr, pêşkirirên maşînan, xwediyên kamiyonan û hejmarek ji xelkê parêzerê jîngehê, çendîn kombûnên nerizayetî li Îranê de lidar xistin.
Roja Şemî 13ê Gelawêjê, hejmarek ji kedkarên jikarderxistî yên kangeha Tîtaniyom a Kehnûcê nerizayetiya xwe li derheq derxitin ji kar û herwisa sozên çewt ên berpirsan ku soza karpêdan bi 700 kesan dabûn, dane xuya.
Li vê rojê de karmendên fermî yên kompaniya Neft û Gaza Pars li bajarê “Eselûyê” kombûneke nerizayetiyê lidar xistin û bi hilgirtina palakardan daxwaziyên xwe yên bingehîn dubare kirin.
Li bajarê îsfehanê de jî xwenîşanda werzêran berfirehtir bû û werzêrên devera “Ziyar” tevlî nerizayetiya werzên vî bajarî bûn.
Li bajarê Têhranê de pêşkirên maşînan li rûberûyê bînaya wezareta Pîşe, Kangeh û Ticareta rêjîmê kombûna nerizayetiyê lidar xistin û daxwaza pêdeçon bi zêdekirina nirxa nedadperwerane ya maşînan kirin.
Herwisa xwediyên Kamiyonan li bajarê Îsfehan û Gulpayganê de bo nîşandana nerizayetiya xwe li hember dabeşkirina nedadperwerana ya barên kamiyonan û herwisa kêmkirina pişka gazoîla kamiyonan û çend mijarên din, xwenîşandan kirin û kombûna nerizayetiyê lidar xistin.
Herwisa li vê rojê de xelkê gundê “Baxbirc” û koçerên “Kûhşahî” yên ser bi devera “Xeşsoxanê” ser bi devera “Orzûiye” ya parêzgeha Kirmanê, bo parastina, daristanên “Baxbirc, Bircûiye, Merzînê û Aşîn”ê ser bi bajarê “Orzûiye”, ji kawilkariyên kompaniya kangeha “Îsfendeqe”yê, nerizayetiya xwe bi çêkirina xelek û zincîra mirovî li dora beşek ji wan daritanan dane xuya.