Piştî evê ku kesekî binav mamostayê Zanîngehê li ser Televîzyona rêjîmê bêrêzî bi şehîd “Jîna Emînî”kir, dayîk û bavê vê şehîdê li rûpela xwe ya tora civakiya Instagramê de peyam belav kirin.
Li derheq bêrîzîkirina Elî Intizarî bi şehîd Jînayê, Mojgan Iftixarî, dayîka şehîd “Jîna Emînî” li rûpela xwe ya tora civakiya Instagramê de rû bi Elî Intizarî nivîsandiye ku axaftinên te li derheq keça min, “Jîna Emînî”, bêrêzîkirin bi hemû xelkê Îranê ye. Ew bêrêzîkirina nîşaneya bêrêzîkirin bi kerameta mirovî û mafê şarwendiyê ye, tu wek serokê zanîngeha zanistên civakî dibiya wek berpirsekî akademîk ji gotinên çewt û bêrêzîker xwe parastiba lê xuya ye ku kîn li hizra ve de cihgîr bûye, civakê hewcehî bi hevdilî û jihevtêgihîştinê heye ne bi peyvên jehrî ku cudatî û dijtiyan zêde bike, dîrok dê bi şanazî “Jîna”yê bi bîr bîne.
Herwisa Emced Emînî, bavê şehîd “Jîna Emînî” li bersiva axaftinên kirêt, bêrêzîker û bi tevav çewt ên Elî Intizarî yê binav mamosta û serokê zanîngeha Tebatebayî li deng û rengê rêjîmê de peyamekî hev şêwe nivîsandiye.