Dadgeha olî ya rêjîmê anku dadigeha taybet bi rûhaniyetê li bajarê Hemedanê, sizaya 15 heyv girtîgeh bi ser mamosta “Sabir Xudamuradî” yê pêşnivêjî bajarê Seqizê de sepand.
Roja Pêncşemî 8ê Xermananê, dadgeha olî ya rêjîmê li bajarê Hemedanê, bi tohmeta “teblîxat li dijî rêjîmê” 15 heyv girtîgeh bi ser mamosta “Sabir Xudamuradî” yê pêşnimêjê şehreka “Qewex” a bajarê Seqizê de sepand.
Pêştir jî li heyva Banemera 1402 a Rojî de vê dadgeha rêjîmê bi sedema vê yekê ku mamosta “Sabir Xudamuradî” piştevanî li tevgera “Jin Jiyan Azadî”yê kiribû û teperserî û reftara hovane ya hêzên rêjîmê bi dijî xelkê xwenîşandere vê tevgerê bi tundî şermezar kiribû, sizaya 72 derbên çamçiyan û 7 heyv girtîgeh bi ser wî mamostayî de sepandibû, niha ji nû ve dîsan dadigeha taybet bi rûhaniyan a rêjîmê 15 heyv girtîgeh bi ser wî mamostayî de sepandiye.