Hêzên hov ên întizamiye rêjîma Îranê li sînorê bajarê Banê de kolberekî temen 24 salî kuştin.
Pêka rapora Kurdpayê, roja Înê 9ê Xermananê, kolberekî temen 24 salî bi navê “Es`ed Ispendar” ê xelkê gundê “Qule Swêro”yê ser bi bajarê Serdeştê, li encama teqeya rasterast a hêzên întizamiye rêjîma Îranê li sînorê “Alot”ê ser bi bajarê Banê de kuştin.
Pêka rapora Kurdpayê, hêzên întizamî yên rêjîma îslamiya Îranê, bê agehdarkirna berê teqe li wî kolberî kirine û gulleyên wan hêzên çekdar bi zik û navtenga wî kolberî kevtine.
Termê wî kolberî, li gundê wî yê bi navê “Qule Swêro”yê ser bi bajarê Serdeştê, bi axê hatiye spartin.