Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kuştina xelkê medenî li ser şeqaman ji aliyê rêjîma Îranê ve berdewam e

11:32 - 31 Tebax 2024

Rêjîma Îranê li bajarê Xuremabadê de 2 ciwanên xelkê bajkarê Ciwanrouyê û kesek li bajarê Şehriza li parêzgeha Îsfehanê de kuştin.

Hêzên dije mirov ên rêjîma Îranê li bajarê Xuremabadê de bi awayê rasretast teqe li maşîna 2 ciwanên mikanîk ên bi navên “Berzan Weysî xelkê devera Bawecanî û Kawe Xusrewî xelkê devera Qilîçan”, ên ser bi bajarê Ciwanroyê kirin ku li encama teqeya wan hêzan de ew 2 ciwan hatine kuştin.

Pêka raporan ti tişteke qaçax an neyasayî digel wan ciwana nebûye û çend debêyên benîştên darên Benê li pişta maşîna wan de bûye ku ji bajarê Xuremabadê bo bajarê Ciwanroyê ve diçûn ku hêzên çekdare yên rêjîmê bê agehdarkirina berê an huşdarîdanekê, teqeya rasterast li wan kirine û herduk ciwan kuştin.

Herwisa kesek ê bi navê “Pêdram Ereblû” xelkê bajarê “Şehriza”yê ser bi parêzgeha Îsfehanê li dema ajotina maşîna xwe de rastî teqeya raserast a hêzên hov ên rêjîma Îranê li wî bajarê de hat û bi sedema lêketina gulle bi serê wî ciwanî, canê xwe ji dest daye.

Hêzên hov ên rêjîmê bê agehdarkirina berê teqe li wî ciwanî kirine û ew kuştine.

Rojane hêzên çekdare rêjîmê bê sedem û bi serberedayî û bi keyfa xwe, xelkê didne ber gulan û wan dikujin, bi taybetî ev cure cinayetên rêjîmê li nawçên netewên bê maf de û taybetîtir li kurdistan û Belûçistanê de hemî rojê diqewimin.