Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dadstanê Ukraynê fermana binçavkirina pasdarekî terorîst da

11:38 - 31 Tebax 2024

Dastanê giştî yê Ukraynê fermana binçavkirina pasdarekî terorîst ê bi navê “Ebas Mûsweî” da ku li şandina dironan bo Rûsiyê bo kuştina xelkê Ukranê de rol hebûye.

Dadstanê Giştî yê Ukraynê “Andirêy Kostîn” bi belavkirina peyamekê li tora civakiya “X”de daye zanîn ku fermana girtina pasdarekî terorîst ê bi navê “Ebas Mûsiwiyê Molaserayî” daye ku li spaha pasdaran a terorîst de pileya sertîpiyê heye û dironên cura Şahid bo kuştina xelkê Ukraynê û encamdana cinayetên şer bo Rûsiyê şandine.

Nûçegihaniya “Kiyêf Îndêpêndêt” li raporekê de daye zanîn ku “Yûrî Bîlosof” ê serokê îdareya rawestan li hember cinayetên şer li dadstaniya Ukraynê de ragihandiye ku ew dosye bi vê wateyê ye ku Dewleta Ukraynê, rêjîma Îranê wek aliyeke şer li axa xwe de dibîne û pêka belgeyan, fermandeyên leşkerî yên rêjîma Îranê li êrîşa Rûsiyê bo ser Ukraynê de beşdarî kirine.

Herwisa Dastanê Ukraynê daye zanîn ku li heyva “Agost”a 2022 a Zayînî de, nûnerên artêşa Rûsiyê û spaha pasdaran bo şandina dironên cura “şahid 136 û Mihacir 6” bo Rûsiyê, lihev kirine û endamên spaha pasdaran bo bikaranîna wan dironan li artêşa Rûsiyê de perwerdeya avêtina wan cure dironan dane artêşa Rûsiyê.