Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Egera vê heye ku devera qiraxa rojawayê Çemê Ordonê bibe Xezeya duyem

11:41 - 31 Tebax 2024

Li halekê de ku êrîşa Artêşa Îsraîl bo ser milîsên ser bi rêjîma Îranê li devera qiraxa rojawayê Çemê Ordonê zêdetir bûne, xelkê vê deverê nigeranin ku ew dever bibe Xezeya duyem.

Li halekê de ku çend rojan berî niha, êrîşeke gelek berfireh a bê mînak li 20 salên derbasbûyî li devera qiraxa rojawayê Çemê Ordonê de ji aliyê Artêşa Îsraîlê ve hate kirin û şer û pevçon li çendîn bajarên vê deverê de qewimîn, derbên giran bi milîsên ser bi rêjîma Îranê û herwisa wan bajaran kevtine.

Hejmareke zêde ji xelkê devera qiraxa rojawayê Çemê Ordonê, kawilkariyên qewimî digel kawilkariyên wek Xezê hesibandine û gotine nigeranê vê yekê ne ku devera qiraxa rojawayê Çemê Ordonê bibe Xezeya duyem.

Milîsên ser bi rêjîma Îranê li vê deverê de xwe naveşêrin ku xelk wan bibîne û xwe li rêya şehîdbûnê de dihesibînin, lewma piraniya wan ji aliyê maşînên zirêpoş, nîşançiyan û dironên Îsraîlê ve têne kuştin û li vê dawiyê fermandeyên milîsên ser bi rêjîma Îranê li Tolkerem” yê bi navê “Ebû Şuca`i” hate kuştin.