Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Spaha pasdaran a terorst nasnameya 2 kuştiyên xwe li Îsfehanê belav kir

11:45 - 31 Tebax 2024

Binkeyeke spaha pasdaran a terorîst li bajarê Îsfehanê de teqiya ku kuştî û birîndar li pey xwe anîne ku li vê dawiyê de spaha pasdaran a terorsît navê 2 kuştiyan belav kir.

Pêka raporên navxweyî yên rêjîma Îranê li yekeya spaha “Sahib Elzeman” li parêzgeha Îsfehanê de teqîneke mezin qewimî ku li vê teqînê de 2 piledarên spaha pasdaran a terorîst ên bi navên  “Mucteba Nezerî” bi pileya Serwanî yê xelkê bajarê “Qehdrîcan”ê û “Muxtar Murşidî” bi pileya serheng duyemî yê xelkê bajarê “Fireydûnşehr”ê li vê teqînê de hatine kuştin.

Pêştir spaha pasdaran a terorîst ragihandibû ku li vê teqînê de pasdarek hatiye kuştin û 10 pasdar jî birîndar bûne.

Bajarê Îsfehanê, cihê çendîn binkeyên hestiyar ên rêjîmê wek balafirxane, binkeya navkî, binkeyên esmanî yên diron û lêkolînên pîşeya esmanî ku dironan berhem tîne û radara berevanbiya esmanî ya binkeya 8 a artêşa rêjîmê ye ku pêştir bibû armanca mûşekên Îsraîlî û hatibû teqandin.