Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Roja Înê kombûnên nerizayteî li Îranê de bi rê ve çon

11:47 - 31 Tebax 2024

Karmendên nerizayetî yên 2 kompaniyên neft û gaza Îranê li 2 deverên Îranê de bi rê ve çon.

Roja Înê 9ê Xermananê, hejmarek ji karmendên kompaniya Neft û Gaza Felatê Qarê yên li yekeyên Bêhrgan û Lawanê bi lidarxistina kombûna nerizayetî, pêdegir li ser daxwaziyên xwe yên wek derxistina birêveberên bikêrnehatî, serastkirina sîstema hiqûq û heqdestan, rakirina sînor bo mafê salane ya malnişînkirinê, birêvebirina tevav a madeya 10 a xizmetkariya kar, dana Bek-Pêy ya madeya 10, cudakirina karên li deverê karî û zivirandina zêdehiya baca standî, kirine.

Kombûna nerizayetiya wan karmendan li yekeya Mêhrgan û li dorgeya Lawan de bi rê ve çone.

Kombûnên kedkar û karmendên pîşeyî yen Neft û gaza Îranê, heyameke zêde ye ku berdewam in lê heta niha berpirsên pêwendîdar ên rêjîmê, ti bersivek nedane wan û bo çarserkirina pirsgirêkên wan û cîbicîkirina daxwaziyên wan ti pêngawek hilnegirtine.