Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Anthony Blinken: girûpa G7 ji egera êrîşa Îranê bo ser Îsraîl agehdar kir

11:15 - 5 Tebax 2024

Wezîrê Derve yê Amerîka “Anthony Blinken” agehdarî da wezîrên derve yên girûpa G7 ku Îran û Hizbullaha Lubnanê dê li vê heftiyê de êrîşê ser Îsraîlê bikin.

Pêka rapora nûçegihaniya “Aksiyûs”ê  Wezîrê Derve yê Amerîka Anthony Blinken hişyarî da wezîrên derve yên G7 ku rêjîma Îran û Hizbullaha Lubnanî dê vê heftiyê êrişê bo ser Îsraîlê bikin.

Anthony Blinken agehdarî daye hevtayên xwe yên G7 ku egera vê yekê heye rêjîma Îran û Hizbullaha Lubnanê li roja Duşemiyê de êrîşekê li dijî Îsraîlê bikin û herwisa Blinken gotiye ku bi hizra Amerîkayê, rêîjîma Îran û Hizbullah dê cehda tolhildanê bidin, lê xuya nîne ka dê tolhildan çawa û bi çi şêwazekê be.

Herwisa, Anthony Blinken daye zanîn ku Amerîka dema wê êrişkirinê nizane, lê tekez kir ku renge li 24-48 demjimêrên din de dest pê bike.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê, wezîrên derve yên G7  agehdar kirin ku zêdekirina hêzên Amerîka li deverê bi tenê bi armanca parastinê ye.

Ew yeka li halekê de ye ku pêştir, Wezareta Berevaniya Amerîkayê anku “Pentagon”ê bi fermî ragihand ku, Amerîka bi sedema zêdebûna dijayetî û dijheviyan li Rojhilata Navîn, dê hêzên xwe li deverê de cihgîr bike û lewma hejmarek gemiyên balafirhilgir dê bişîne deverê û sîstema mûşekî li berpaniya deverê de cihgîr bike.

Fermandeyê paye bilind ê hêzên Amerîkayê, General “Michael Corella” li vê dema hestiyar de serdana Rojhilata Navîn kiriye.