Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kurdistanîbûn û Kurdistanî fikir kirin, Du rênîşanderên rast û durist bo xebatê

14:28 - 8 Çirriya paşîn 2026

N. Hemîd Çepatî

 

Meseleya Kurdistanê di dirêjahiya dîrokê de, her tim di navbera her du devên meqesekê de, di bin fişarê de bûye: ji aliyekê ve tepeserî, ewlekirin û dagirkeriya berfireh ji aliyê desthilatdarên serdest ve, û ji aliyê din ve, duberekî, kêmkirina daxwazan û têketina bîrdoziyên biyanî bo nava civakê ji hundir ve. Di rewşeke wiha de, derbasbûna ji xebateke tenê hestiyar ber bi eqlaniyeteke rizgarker, hewceyî danîna rêbazeke hizrî ya ron e. Gotina «Kurdistanîbûn û Kurdistanî fikir kirin»ê, ji têgihîştineke hestiyar zêdetir, ew manifêsto û rênîşandera stratejîk e ku dikare di tengavtirîn qonaxan de rê bide xebatên sivîl, siyasî û medyayî, da ku civak di rûbirûbûna xeterên derdorê de rêya xwe winda neke

Kurdistanîbûn, vegera li ser hebûna miletê me ye, neteweyek ku cografya, ziman, çand û tevahiya xîmên jiyana wê ya civakî di bin dagirkeriyê de ne. Ev aliyê vê gotinê, girêdana xebatê bi reh û rîşan e, da ku civak di rûbirûbûna projeyên dijwar ên dagirkeran de ji zordariya eşkere û leşkerî bigire heta koçberkirina xelkê û paqijkirinên berfireh tûşî windakirina xwe nebe. Kurdistanîbûn vê têgihîştinê dide çalakvanê sivîl, siyasetmedar û rojnamevanan ku êş û armancên vî xakî, ji bakur heta başûr û ji rojhilat heta rojava, ji hev nayên cudakirin û berxwedan ne bijardeyeke demkî, belku şertê sereke yê mana li ser pêyan e. Ev reseniya nasnameyê nahêle mirovê Kurd rewşa heyî ya ferzkirî wekî qedera xwe ya dîrokî qebûl bike, lê wî neçar dike ku hertim bîne bîra xwe ku rehên wî di vê axê de ne û girêdayî vê cografyayê ye.

Lê heke Kurdistanîbûn nîşana reseniya nasnameyê be, Kurdistanî fikir kirin nîşana eqlaniyeta stratejîk û şirovekirina hûr a hêzê ye. Dagirker tenê bi hêza leşkerî hukum nakin, ji şerê dijwar xetertir, şerê nerm, bindestîya çandî û endazyariya nasnameyê ye ku bi rêya berevajîkirina dîrokê, belavkirina xwe-kêmdîtinê û cihgirtina vê baweriya wêranker ku «Kurd nikarin xwe bi rê ve bibin» tê meşandin. Armanca van projeyan teslîmkirina hişê civakê ye berî teslîmkirina laşê wê. Li kêleka van projeyên dijmin, xetereke din ku gelek caran xebatên neteweyî ji rê derxistiye, têketina bîrdoziyên hawirdekirî û derveyî neteweyî ye. Hin tevger bi bilindkirina dirûşmên giştî, înternasyonalîstî yan berjewendiyên partiyan ên bê-têkilî bi rastiyên jeopolîtîk ên herêmê re, bêyî ku bixwazin meseleya Kurdistanê xistine rêzên dawî an jî ew kirine qurbana lîstikên hêzên herêmî. Kurdistanî fikir kirin anku pîvana her teorî, partî û tevgerekê bi pîvaneke diyarkirî ev be ku bipirse, Gelo ev pêngav çiqas xizmeta berjewendiyên bilind ên Kurdistanê, rizgariya mirov û azadiya axa wê dike?

Yek ji telik an dafikên herî jîrane ku rejîmên serdest û tevgerên lihevkirî ji bo pûçkirina tevgerên neteweyî vedidin, kêmkirin û biçûkkirina daxwazan e. Ew hewl didin meseleya Kurdistanê ji «meseleyeke neteweyî û desthilatdariyê» daxînin asta «meseleyeke xizmetguzarî, zimanî, kulturî yan reformxwazî di çarçoveya pergalên heyî de». Hizra Kurdistanî bi awayekî ron diyar dike ku her çend ziman, cilûberg û çand xîmên pîroz ên nasnameya me bin, lê parastina wan bê piştgiriya «hêza siyasî û kiyana hikûmetî» ne mumkun e û lawaz e. Zimanekî ku di bin îradeya hikûmeteke dagirker de destûr jê re were dayîn yan qedexekirin, her tim li ber tinebûnê ye û çand jî bê ewlekariya neteweyî û bê welatekî azad, mehkûmî helandinê ye. Lewma mafên çandî, qonaxek in ji bo gihîştina mafê çarenûsî û desthilatdariyê û ne armanca dawî ne. Çalakvanê hişyar tu carî azadiya rastîn û desthilatdariya neteweyî bi îmtiyazên kêm, demkî û fermî yên çandî naguherîne.

Armanca dawî ya Kurdistanî fikir kirinê, parastina ramana dewleta Kurdistanê, serweriya neteweyî û kiyana siyasî ya serbixwe ye di bîra giştî de. Tu netewe bêyî xwedîderketina li çarçoveyeke siyasî ya serbixwe ku ewlehî, aborî, qanûn û çanda wê garantî bike, negihîştiye rûmet û azadiyeke mayînde.

Ev armanc divê ne tenê di civînên taybet de, lê belê di medya, wêjeya siyasî, perwerdehiya sivîl û dîplomasiya giştî de bibe çalakîyek berdewam, da ku civak tu carî tûşî asêbûna asoyê nebe yan bindestiyê wekî rastî nepijirîne. Civaka ku xewna dewlet û serweriya xwe zindî bihêle, di tu tengaviyan de teslîmî îradeya biyaniyan nabe û nahêle çarenûsa wê li pişt deriyên girtî û ji aliyê kesên din ve were bazar kirin.

Di encamê de, Kurdistanîbûn û Kurdistanî fikirkirin destûreke kiryarî û rêbazek rojane ye ji bo jiyana siyasî, manifêstoyek e ku di qonaxên dîrokî de rê li ber biryarên lezgîn, îxaneta li berjewendiyên neteweyî an sergêjiyê di lîstika aloza hêzan de digire. Ev hizir fêrî me dike ku berxwedana li hember projeyên dijwar û nerm ên dijmin, ne tenê bi çek an pênûsê, belku parastina xeta sor a serweriya neteweyî û tevgera rast û durist ber bi azadî û serxwebûna Kurdistanê ve pêk tê. Rojnamevan, çalakvanê sivîl û siyasetmedarê Kurd, tenê wê demê dikarin erkê xwe yê dîrokî bi cih bînin ku van her du prensîban bikin rênîşandera domdar a pênûs, hizir û kiryara xwe