Di derengiya şeva Yekşemî 17ê Xezelwerê, êrîşek li ser meydana gazê ya Kormorê, li sînorê bajaroka Qadir Kerem a girêdayî devera Çemçemalê, hate kirin û zirareke mezin a madî gihandiye beşa berhemanîna gaza malan û bûye sedema agireke berfireh û rawestandina pêvajoya berhemanîna gazê li vê meydanê. Lê, ti zirarên canî nebûye.
Hatiye belavkirin ev beşa ku bûye armanc bi «Qada Kevin» tê naskirin. Ev beş cihê berhemanîna rojane ya gaza şewata malan (LPG) e. Berê ti êrîşeke wiha li ser vê beşa taybet nehatiye kirin.
Meydana gaziya Kormor li ser sînorê devera Qadir Kerem a parêzgeha Silêmaniyê ye. Ji sala 2003an ve di bin kontrola Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ye. Ji Cotmeha 2008an ve dest bi berhemanîna gazê li wir hatiye kirin.
Meydana Kormor berhemhênê %67 beriqa Herêma Kurdistanê ye, bi gelemper 3 hezar û 700 mêgavat beriqê berhem tîne. Û Gaza ku li vê meydanê de tê berhem anîn, bi rêya boriyan dişîne wêstgehên berqê yên Hewlêr û Çemçemalê. yedeka gaza xwezayî ya li Kormorê bi yek trîlyon û 800 milyar pêya sêca tê texmînkirin.