Pêka dawî raporên belavbûyî li derheq kombûnên nerizayetî li roja Yekşemî 8ê Çiriya Paşîn, li bajarê Urmiyê de, xisarpêketiyên malî yên şirketa Mahan ku berpirsên vê hatine girtinê, li ber deriyê dadgeha rêjîmê li wî bajarî de kombûna nerizayetiyê lidar xistin û daxwaza wergirtina xisaran kirin.
Herwisas li vê rojê de malnişînkiriyên banka Sadirat li bajarê Têhranê, kombûna nerizayteiyê li derheq rewşa dijwar a jiyana xwe lidar xistin û dawxaza dabînkirina jiyaneke bi rûmet kirin.
Kedkarên malnişînkirî yên bajarên “Şûş, heft Tepe û Ehwaz”ê li rûberûyê bînaya saziya dabînkirina civakî li wan bajaran, li derheq talankirina keda wan ji aliyê berpirsan, rewşa jiyan, bilindbûna nirxan û neşiyana berpirên rêjîmê li dabînkirina hewcehiyên bingehîn ên jiyanê nerizayetiya xwe dane xuya û daxwaza pêregihîştin bi daxwaziyên xwe kirin.
Herwisa pêşkirên maşînên şirketa Sayipa li derheq bi derengkevtina dana maşînan bi bikiran, nerizayetiya xwe dane xuya û kombûna nerizayetiyê lidar xistin û daxwaza bersivdana berpirsan kirin.
Li bajarê Reştê de jî malnişînkiriyên dabînkirina civakî kombûneke nerizayetiyê lidar xistin û daxwaza mafên xwe kirin û dirûşmên wek “mafê me li ser şeqaman tê bidestveanîn û kedkar û mamostayên binçavkirî dibe bêne azadkirin” dan.