Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Marko Robiyo daxwaziyên rêjîma Îranê bi qebulnekirî binav kir

13:25 - 9 Çirriya paşîn 2026

Marko Robiyo, Wezîrê Derve ê Amerîka ragehand ku danûstandin ligel Îranê tu pêşkeftinek bi xwe ve nedîtiye û Waşingtin belkî bersiva gefên dijî hêzê yan keştiyên deryayî ên rejîma Îranê li deverê de bide, hevdem behis li giftûgoya navbera Tiramp û Natanyaho li barê şerê dijî rejîma Îranê hatiye kirin.

Robiyo roja Yekşemî 17ê Xezelwerê, pêş çona xwe bo Firansê bi armanca beşdarîkirin li kombûna Wezîrên Girûpa hefit (G7) bi rojnamenivîsan ragehand ku çend welatek heya niha li peywendî ligel karbidestên Îranê pêşniyaran pêşkeş dikin, lê danûstandin wa digehne binbestê.

Navbirî got jî ku Donald Tiramp, heya niha çaresera dîplomasî pê baştir e û eger derfetek çê be, Waşingtin wê berhevdanê bo bike.

Robiyo daxwaziyên Komara Îslamî bi rêgiriyek micid li hemebr rêkeftinê zanî û ragehand ku hinek li wan daxwaziyan, zêderoyî, û cihê henek û pêkenînê ne û dûr li rastiyê ne.

Wezîrê Derve ê Amerîka li bersiva pirsyarekê de li derheq egera êrîşa bo ser rêjîma Îranê ragehand, eger gefek rohin û destbicî rûbirûyê geştiyariya deryayî yan hêzên me li deverê de bibe, mafê me ye ku em berevaniyê ji xwe bikin.