Berfirehbûna hebûna saziyên leşkerî û ewlehiyê di dibistanên Îranê de û bikaranîna reftar û têgehên şer di nav bernameyên perwerdehiyê de, nîgeranî derheq leşkerîkirina jîngeha perwerdehiyê û bikaranîna zarok û qutabiya bo armancên siyasî û ewlehiyê zêde kiriye.
Li gorî raporên belavkirî, di çarçoveya çalakiyên berfireh yên Besîca Xwendekaran, manorên leşkerî di dibistanan de, fêrkariya bi karanîna çekan, dana plakên kuddar bi xwendekaran û bernameyên cud yên serbazî û leşkerî tên lidarxistin .
Li Kurdistanê jî, li gorî rapora Rêxistina Mafê Mirovan a Hana, nêzî 950 yekeyên Besîca Xwendekaran di dibistanan de çalak in û rêjîm bi berdewam kar li ser rakêşan zarokan bo nava Besîca Xwendekarî die û gelek caran wan zarokan jî bi awayekî bi zorê neçar dikin ku tevlî wan bibin.
Herwisa Saziya Lêborîna Navneteweyî di Nîsana 2026an de ragihand ku Spaha Pasdaran dest bi kempêyna tevlîkirina kesên 12 salî û mezintir kiriye. Û vê Saziyê li ser bikaranîna zarokan di xalên vekolîn û bazresiyên ewlehiyê de hişyarî da.
Li kêleka van mijaran, pêkanîna ceribandina bi navê «Têsta şewata mûşekan» ji bo zarokan li parêzgeha Çarmehal û Baxtiyarî, ku bi hilweşîna beşek ji banê salonê re encam girt, nimûneyeke din e ji anîna têgeh û teknolojiyên leşkerî bo nava bernameyên taybet bi xwandekar û zarokan e.