Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gelo ma koştina Kurdan yê dibe çand?

14:31 - 8 Çirriya paşîn 2026

N. Serbest Urmiye

 

Kuştina Nîma Zeynalî, ciwanekê Kurd ê ji Urmiyê, ji aliyê du kesên Azerîziman ve, her çend ev bûyer hewceyî lêkolîneke berfireh, zelal û bêalî ye, bûyereke din a tal e ku careke din bi dehan pirsiyarên bêbersiv ber bi rûyê civaka Kurdistanê dike. Pirsiyarên li dor parastina ewlehiya welatiyan, binasên netewexwaziya tundajû, berpirsiyariya dezgehên yasayî û metirsiya asayîbûna tundûtûjiyê .

Dema ku ciwanek li ser axa xwe  tê kuştin, pirsa bingehîn eva ye, ka gelo civak û dezgehên berpirsiyar karîne wekî ku divê, mafê jiyanê û ewlehiya wî biparêzin? Gelo rastî dûr ji nasnameya neteweyî ya qurbanî û tawanbar dê eşkere bibe?  Gelo dadperwerî bê ferq û cudahiya ziman û şûnasê bo hemûyan wekhev e?

Bi salan e ku siya bêdengiya sîstematîk ya rejîmên dagirker û civaka navneteweyî li hember ferq û cudahîyê nasnameya neteweyî, xizanî, ewlehî û tundûtûjiyê de Kurdistan dagirtiye.  Bi terzekê ku meydan ji ber dubarebûna tundûtûjiyê di Kurdistanê de berfirehtir kiriye û bûye sedema belavbûna bêzarî, nefret û bêbaweriyê di navbera komên civakî de.

Ev bêdengiya sîstematîk û nebûn û paşguhxistina dadperweriyê, wekî du aliyên devê   kêrê ne, ji aliyekî ve civakê bêbandor dikin û bi bêdengiyê tê de dikin adet, ji aliyê din ve jî  ku aliyê tûjtir yê devê heman kêrê ye, biyavê ji bo serhildana  hind tevger û komên tundajû amade dike ku çareseriyê ne di yasa û bêdengiyê de, belku di kiriyara hevreng de dibînin.

Ji ber ku sebebkar û sedemên kuştinên ser şeqaman, kuştin û komkujiyên dewletan li seranserê Kurdistanê ji Îlamê ve heta Kobanê, Efrîn, Amed û Kerkûkê heta niha bêyî çareseriya dadperwerane û dûr ji bersiva zelal a yasayê di goleke şêlû de mane, zirarek wiha mezin û bêveger li  bawerî û hizra giştî ya Kurdistanê hatiye dan ku metirsiya bûyerên nexwestî tê te heye.

Ev yek jî bûye sedema zêdebûna hesta nebûna ewlehiyê û lêdana Zenga hişyarbûnê ku  weke xwe dikare civaka westiyayî ji tundûtûjiyê ber bi bizavên tolhildanê ve bibe, berpirsiyariya vê rewşê jî bi eşkere dikeve ser milê hikûmetên dagîrker û civaka navneteweyî ya ku bêdengî kiriye pêşe.

Pirsgirêka sereke mezintir e û ji kiryara take kesî derbas dibe, di wir de rêkxistinên siyasî û civakî ne ku  hewla ji nû ve serhildan û domandina tundûtûjiyê didin. Dema ku sîstemên siyasî û dezgehên ewlehiyê bi awayekî berfireh û sîstematîk agirê pirsên ziman, çand û netewexwaziya serberedayî, geştir dikin, rê ji bo asayîkirina tundûtûjiyê valatir dibe.

Metirsiya netewexwaziya serberedayî di vê rastiyê derdikeve: dema ku mirov ne ji ber nasnameya xwe ya take kesî, belku ji ber ziman û nasnameya neteweyî ya xwe tê hilsengandin û dadgehîkirin. Di rewşeke wilo de, sûca take kesekî dibe hecet ji bo sûcdarkirina neteweyekê û qurbankirina mirovekê dibe alavek ji bo perwerdekirina nefret û dijmindariyê di hizra giştî ya civakê de.

 

Rê nedin ku xwînrijandin bibe çand

Gelo kuştina Kurdan yê dibe çand?  Bêguman mirov nikare tenê li ser bingeha dubarebûna çend bûyeran bigihîje encmanê, lê bi ji berçavgirtina bûyerên ku bi salan e li Kurdistanê de qewimîne û bêdengiya rejîmên desthilatdar û civaka navneteweyî li hember van bûyer û tundûtûjiyan de, dikare bi eşkere bê gotin ku tundûtûjî li van herêman bûye deb û edeteke asayî û ber bi aliyê serhildana çandekê ve de diçe.

Kuştinên wekî kuştina Nîma Zeynalî û tundûtûjiyên sivîl û dewlwtî yên ji aliyê dewlên hakim di Kurdistanê de ku li dijî xelkê sivîl, azadîxwazan û xwepêşanderên nerazî li siyasetên dagîrkar û newekhevperêz li hemû parçeyên Kurdistanê dimeşin, tenê sernivîsên rûpelên bûyerên hov û tawankariyê nînin, ew qîrînên pirsgirêkek bingehîntir in: mafê jiyanê, mafê azadiyên take kesî û civakî, mafê diyarkirina çarenûsê, parastina nasnameya neteweyî, zimanî û dabînbûna ewlehî û rûmeta mirovî.

Ev bûyer banga eşkerekirina rastiyan û berpirsiyarî û bersiveke tevalî ne, daxwaziyek ku heke bêbersiv bimîne, dê bibe sedema teqîna gola nefret û hêrsa gel, nemana baweriya giştî û herwisa dibe derfetek ji bo bihêzbûna tevgerên tundajû. Bê dadperwerî û wekheviyê, tundûtûjî nahê sekinandin. Berevajî, di gereke nû û metirsîdartir de ji nû ve serhildide.