Pêka rapora HRANAyê, Mihemedmehdî Parsa ku li xwenîşandanên nerizayetî ya sala 1404 a Rojî li bajarê Ehwazê de hatibû binçavkirin, li dadgeha rêjîmê de bi tohmeta “miharibe” sizaya bidarvekirinê û bi tohmeta “hevkarî digel dujmin” 20 sal girtîgeh bi ser de hatiye sepandin.
Dadgeha rêjîmê bi dadweriya Îhsan Edîbî, dadwerê rêjîmê li taya yek a dadgeha inqilab a rêjîmê li bajarê Ehwazê, ev siza bi ser vî xwenîşanderê nerazî de sepandiye.
Mihemedmehdî Parsa, temen 21 salî, xelkê bajarê Qeletelê ser bi parêzgeha Xûzistanê li heyama binçavkirin û dadgehîkirinê de ji mafê hebûna parêzer bêpar bûye û piştî binçavkirinê bo girtîgeha Şîban a rêjîmê li bajarê Ehwazê hatiye veguhastin.
Rêjîma xwînmij a Îranê rojane yan sizayên giran bi ser çendîn xortên azadîxwaz û girtiyên siyasî û nerazî de disepîne, yan sizayê sepandiye bidarvekirinê li ser wan cîbicî dike.
Armanca sereke ya rêjîmê jî çavtirsandina xelkê azadîxwaz e ku nerizayetiyan dernebirin.