Nûçegihaniya IRNA a ser bi rêjîmê belav kiriye ku roja Yekşemî 8ê Çiriya Paşîn, dengê 4 teqînên mezin li girava Qişmê de hatine bihîstin û tê xuya ku hatibe biarmancgirtin û nûçegihaniya Fars a ser bi spaha pasdaran a terorîst îdia kiriye ev dengê huşdarîdan bi gemiyan bûye.
Li roja Şemiyê de jî teqînên mezin li girava Qişm û çend deverên bajarên Cask, Bender Ebas, Sîrik, Mahşehr û Ehwazê de qewimîbûn û sîstema berevaniya esmanî ya rêjîmê li caskê de hatibû teqandin û li bajarên Sûsengird û Deştê Azadigan a Xuzistanê de pedafendên rêjîmê teqe li esman kiribûn.
Roja Yekşemiyê jî çendîn teqîn li bajarên Mahşehr, Şûşter û Ehwazê û herwisa 3 teqînên mezin li derdora bajarê Sîrik hatine bihîstin û deng û rengê rêjîmê ev teqîn bi gemiyên ticarî ve girê da ku ji aliyê rêjîmê ve hatine biarmancgirtin û dengê pedafendên rêjîmê li devera Xefaciye û deverên sînorî de hatine bihîstin.