Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birêveçûna rêuresmeke taybet bi mûşekbara binke û baregehên hizbê li 17ê Xermanana 1397ê

11:49 - 31 Tebax 2024

Êvareya roja Înê, 9ê Xermanana 1403an a Rojî, bi amadebûna hejmarek ji kadir û pêşmergeyên hizba Dêmokrata Kurdistana Îranê, rêûresmek taybet bi bîranîna êrîşa mûşekiya rêjîma Komara Îslamî ya Îranê, bo ser binke û baregehên hizbê li 17ê Xermanana 1397an birêve çû.

Li despêka rêûresmê ku bi sirûda netewî ya Ey reqîb û ragirtina demek bê deng bo rêzgirtin li yad û riha şehîdên Kurdistanê destpê kir, piştre kek Xalîd Derwîje endamê navenda birêveberiya hizbê tevî îşarekirin bi mûşekbarana kombûna rêberiya hizbê li 17ê Xermanana 1397an a Rojî, ku têde 16 kes li endamên rêberî û kadir û Pêşmergeyên hizbê şehîd bûn û bi dehan tekoşerên din ên Dêmokrat birîndar bûn, navbirî behsa armancên vê êrîşa terorstî bo ser hizbê kir.

Xalîd Derwîje li dirêjeya behsa xwe de, behsa mangirtina giştî a xelkê Kurdistanê li 21 Xermanana 1397an bi mebesta piştevanî li hizba Dêmokrat û şermezar kirina vê êrîşa terorstiye rejîmê kir, û wekî destkeftekî bilinde siyasî nirxand.

Li dirêjeya rêûresmê de  kek Hesen Ebrûzenî, endamê rêberiya hizbê û yêk ji şahidhalên êrîşa mûşekiye rêjîmê bo ser binkeyên hizbê li 17ê Xermananê, bo beşdarbûyan axivî, Ebrûzenî di axaftinên xwe de tevî behsa wê bûyerê, behsa îradeya bilind a tekoşerên Dêmokrat li hember êrîş û pîlanên rêjîmê û piştevaniya xelkê Kurdistanê li hizba Dêmokrat kir.