Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Qedera welatiyekî piştî 28 rojan li girtîgeha rêjîmê, hêj xuya nîne

11:10 - 1 Tebax 2024

Piştî derbasbûna 28 rojan ji binçavkirina welatiyekî xelkê bajarê Şinoyê ji aliyê hêzên îtilaata rêjîmê, qedera wî li girtîgeha ewlehî ya rêjîmê de rohn nebûye.

Pêka rapora Kurdpayê, “Îdrîs Karsaz” ê temen 55 salî, xelkê bajarê Şinoyê, piştî derbasbûna 28 rojan ji binçavkirina wî ji aliyê hêzên ewlehî yên rêjîma Îslamiya Îranê ve hêj nexuya ye û ti zanyariyek li derheq qewdera wî welatiyê Kurd li ber dest nîne.

Pêka rapora Kurdpayê, hemû cehdên malbata “Îdrîs Karsaz” bo agehdarbûn ji cihê ragirtin û rewşa wî, bê encam mane û qedera wî welatiyî, nerohn e.

Li rojên 12 û 13ê Pûşpera 1403 a Rojî, “Îdrîs karsaz, Selîm Zulqernêyn, Sabir Zulqernêyn, Mihemed Resûlpûr û Kemal Oqabî” bê belgeya yasayî ji aliyê hêzên rêjîmê ve hatibûne binçavkirin.

Heta niha, li dreheq sedema binçavkirin, tohmetên sepandî bi ser wan welatiyan ti zanyariyek li ber dest nîne.