Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çendîn dewletan daxwaz ji xelkê xwe kirin ku neçne Lubnanê

12:03 - 5 Tebax 2024

Wezareta derve ya Koreya Başûr daxwaz ji xelkê xwe kiriye ku bi lezgînî ji Lubnan û Îsraîlê derkevin û herwisa Tirkiyê jî daxwaz ji xelkê Tirkiyê kiriye ku bi lezgînî ji Lubnanê derkevin.

Çendîn dewletan wek Koreya başûr, Tirkiye û Firanse Alman û piraniya welatên Ewrûpayê daxwaz ji xelkê xwe kirine ku bi lezgînî ji Lubnanê derkevin û bi ti awayek serdana Lubnanê nekin û li vê derheqê de Wezareta derve ya Koreya Başûr daxwaz ji xelkê xwe kiriye ku bi lezgînî ji Lubnan û Îsraîlê derkevin û herwisa Tirkiyê jî daxwaz ji xelkê Tirkiyê kiriye ku bi lezgînî ji Lubnanê derkevin.

Herwisa Wezareta Derve ya Îtaliyayê tevî nîşandana nigeraniya xwe ji aloziyên ewlehî yên ji astderketî li Lubnanê, daxwaz ji hevwelatiyên xwe yên li Lubnanê de kir ku bi lezgînî wî welatî bi cih bihêlin.

Daxwaziyên wan dewletan ji xelkê xwe bo bi cîhiştina devera metirsîdar û ne ewleh li halekê de ye ku berpirsên Amerîka û Îsraîlê, pêşbînî kirine ku rêjîma Îranê û Hizbullaha Lubnanê li roja Duşemî êrîşê bikne ser Îsraîl û ew yek li berteka kuştina Îsmaîl Heniye yê serokê Hemasê û herwisa “Fuad Şukur” li Lubnanê ye.