Bêdadiyên rêjîma Îranê li kuştin û birîndarkirina xelkê Belûç li wan çend rojan de gelek zêde bûne û xelkê bajarê Mînabê li derheq kiryarên hêzên çekdar yên rêjmê, rêya Mînab-Bender Ebas”ê daxistin.
3 kes ji xelkê Belûç ku bi sedema lipeytketina hêzên hov ên rêjîmê li deşta “Tebes”ê de mabûn, bi sedema teqeya hêzên hov ên rêjîmê nekarîn xwe ji wir rizgar bikin û bi sedema tênîtiyê canê xwe ji dest dane ku navê wan ewin “Gulmihemed Şebexş, Yasir Şebexş û Nezîrehmed Notîzêhî”.
Herwisa bi sedema lipeyketina hêzên hov ên rêjîma Îranê li pey maşîneke şewatber, ew maşîn rastî bûyera hatinûçonê hat ku li encam de 5 hevwelatî ku 2 ji wan şewatber bûne canê xwe ji dest dane û li nav agir de şewitîne ku heta niha nasnameya wan 5 kesane, nehatiye zanîn, xelkê deverê li hember vê kiraya rêjîmê nerizayetî li xwe nîşan dan û hatine ser rêya “Mînab Bender Ebas”ê û rê daxistin.
Herwisa ciwanekî Belûç ê temen 20 salê yê bi navê “Selman Reîsî”, kurê “Şerîf” ê xelkê “Hêlûnçilkan”ê ser bi bajarê “Qesrê Qend”ê ku dixwest digel hejmarek ji kesên din bi rêya avî here bajarê Mesqetê, rastî lipeyketina hêzên hov ên deryayî yên rêjîma hat ku niha ew ciwan bê serûşûn bûye.