Balafirên Îsraîlî berpirsê aboriya Hemasê ku endamê stada berhmanîna cebilxane ya Hemasê jî bûye li êrîşeke esmanî ya balafirên Îsraîlî de li Xezê de hate kuştin.
Fermandeyekî payebilind ê Hemasê yê bi navê “Ebdulfetah Zerî`î” ku hem berpirsê aboriya Hemasê û hem endamê stada dabînkirina cebilxaneya Hemasê bûye li roja Yekşemî 14ê Gelawîjê li bajarê “Dêr-Elbeleh”ê ji aliyê blafiteke Îsraîlê ve bû armanc û hate kuştine û hinek çavkaniyan jî ragiahyndie ku dayîka wî milîsê ser bi rêjîma Îranê jî li vê êrîşê de hatiye kuştin.
Ragihandinên Îsraîlî ragihandine ku kese berpirsê aboriya milîsên Hemasê û endamê stada berhmanîna cebilxane ya Hemasê jî bûye û çavdêrî li ser hatina alîkariyên mirovî bo Xezê û kontrola bazarên jêr kontrola Hemasê de dikir û herwisa berpirsê dabeşkirina şewat, gaz û bûdceya operasiyonên terorîstî yên Hemasê bû.
Herwisa li vê rojê de enbarên cebilxaneya Hizbullah û hejmareke zêde binkeyên wan milîsên ser bi rêjîma Îranê li deverên “Kefarkîla, Hola, Beyt Lîf û Eyîta-Elşeib” li başûrê Lubnanê kirine armanc û ji nav birin.