Zêdetir ji 19 Kombûnên nerizayetî yê malnişînkiriyan, pêşkirên maşînan, xwedî pişkên bazara Bûrsê û mamostayan, li çend bajarên Rojhilatê Kurdistan û çendîn bajarên Îranê de bi rê ve çon.
Kombûnên nerizayetî ya malnişînkiriyên îdareya Muxabiratê, li bajarên “Urmiye, Sine, Merîwan û Kirmaşan”ê de bi rê ve çon û nerizayetiyên xwe li derheq guhnedana berpirsan bi pirsgirêkên malnişînkiriyên muxabiratê û bi rêvenebirina biryarnameya xweşbijîviya 24\89, sekinandina daxwaziyan, zêdebûna kêmasiyên bîmeya zêdekirî ya dermanî ya hevkaran ji %20 bi %50, nedana xercê dermanî ji aliyê bîmeya Moelim û Dana û birêveneçona çendîn biyraname û yasayên malnişîmkiriyan kirin.
Herwisa malnişînkiriyên îdareya Muxabirat a Îranê li çendîn bajarên wek “Têhran, Hemedan, Bender Ebas, Erdebêl, Îsfehan, Zencan û Ehwaz”ê de kombûnên nerizayetî lidar xistin û daxwaziyên hevpar ên malnişîênkiriyên Muxabiratê dubare kirin.
Herwisa kedkarên kompaniya “Wagon Pars” a bajarê Erakê, Xwediyên kamiyonan li bajarî Îsfehanê, pêşkirên maşînan li bajarê Têhranê, kombûn û xwenîşandanên nerizayetiyê lidar xistin.
Mamostayan jî li ber deriyê bînaya serkomariya rêjîmê li bjarê Têhranê de kombûneke nerizayetioyê lidar xistin.
Herwisa perestran jî li bajarê Şîrazêde li derheq rewşa xirab a jiyan, kêmbûna hiqûq û zêdekariya bi zorê, û nedana xizmetkariyan, kombûna nerizayetiyê bi rê ve birin.