Şêx Hesîne Wacid a serokwezîra Bebngiladêşê, li hember şoreşa xelkê Bengiladêşê şikest xwar û bo aliyê Hindistanê ve revî.
Roja Dûşemî 15ê Gelawêjê, Şêx Hesîne Wacid a serokwezîra Bebngiladêşê li encama xwenîşandana seranserî û şoreşa xelkê Bengiladêşê, rastî şikstê hat û bi rêya helîêkopterê bo aliyê Hindistanê ve revî û niha meclîsa wî welatî û hemû îdareyên hikûmî li destê xelkê de ne.
Şêx Hesîne Wacid a temen 76 salî ku li destpêkê de xwe sembola demokrasî li Benbgiladêşê da nasîn, bi sedema zêdexwazî û xoseriyên xwe bû dîktatorek ku fermana kuştina xelkê xwe da ku li encam de piştî 20 salan desthilatdarî, li hember wî xelkî ku ew anîbûne serkar, şikest xwar û revî û dîktatoriya wê bi dawî hat.
Di heyamê heyvek şoriş û serhildana xelkê Bengiladêşê, bi dijî deshilata dîktator a Şêx Hesîne, aliyê kêm 400 kes ji serhilayîyan hatne kuştin û hezaran kes birîndar bûn, lê girtin û kuştin û tepeseriyê nekarî îrada azadîxwaziya xelkê têk bişkêne û di encamê de eva dîktatorî bû ku sernixûn bû û şoriş serkevt.
Artêşa Bengiladêşê bo demkî îdara welat girte dest xwe heya hilbijartin bi rê ve diçe ku xelk bikare hikûmeta xwe hilbijêre.
Xelkê Bengiladêşê, bi hevdilî, avêtina dijayetî û cudatiyan bi yekîtî û netirsîn ji kuştin, girtin û îşkencekirinê, serhildana xwe berdewam kirin û gihîştin encamê û dîktatora li welatê xwe neçar bi revînê kirin.