3 teqînên mezin li bajarê Îsfehanê de qewimîne ku heta niha sedema wan teqînan bi serastî nehatiye zanîn û ragihandinên ser bi rêjîmê îdia kirine ku ew denge li encama ceribandineke serbaziyê de bûye.
Li demjimêrên şevê li 15ê Gelawêjê, dengê 3 teqînên mezin ên cihê şik û gumanê li bajarê Îsfehanê de hatine bihîntin ku heta niha bi serastî nehatiye zanîn ku ew teqîn ji aliyê hêzeke dij bi rêjîmê ve hatiye kirin an ne, Lê ragihandinên fermî yên rêjîmê îdia kirine ku dengê wan teqînên mezin, li encama ceribandineke serbazî ya perwerdeya leşkerî de bûye.
Bajarê Îsfehanê ku hem binkeya navkî ya rêjîmê li wir e û hem binkeya esmanî ya hêza asmaniya Îranê li wir e, yek ji navendên girîng ên Îranê li warê leşkerî de ye û cara pêştir jî Îsraîlê sîstema mûşekiya S300 a rêjîmê li binkeya esmanîya wî bajarî de ji nav biribû.
Tevî hemû îdiayên rêjîmê, heta niha bi serastî nehatiye zanîn ku ew dengê mezin ên teqînê, bi çi sedemekê bûye.