Binkeya Eynulesed li parêzgeha Elenbarê li Êraqê de, kevte ber êrîşa rakêtî ya rêjîma Îranê û pêka zanyariyan 5 serbazên Amerîkayê birîndar bûne.
Roja Duşemî 15ê Gelawêjê, ji aliyê milîsên ser bi rêjîma Îranê ve êrîşeke rakêtî bo ser binkeya esmanî ya Eynulesed ku cihê mana serbazên Amerîkayê ye, hatiye kirin û pêka rapora “Reuters”ê 2 rakêt li nav vê binkeyê kevtine û hinek çavkaniyan jî bas ji 8 rakêtên din kirine ku li esman de hatine teqandin.
Pêka hinek cavkaniyan 5 serbazên Amerîka li vê êrîşê de hatine birîndarkirin ku rewşa yek ji wan dijwar hatiye ragihandin.
CENTCOMê êrîşa bo ser binkeya Eynulesed piştrast kiriye û hinek çavkaniyên nefermî jî bas kirine ku serbazek ku birîndariya wî dijwar bûye, canê xwe ji dest daye lê ew yeka ji aliyê CENTCOMê ve heta niha, nehatiye piştrastkirin.
“Loyd Astîn” ê Wezîrê Berevanî yê Amerîkayê ew êrîşe bi êrîşeke metirsîdar binav kiriye.
Heta niha ti alî an girûpekê ew êrîşe li stuyê xwe negirtiye lê pêka raporên belavbûyî, ew êrîşe ji aliyê milîsên ser bi rêjîma Îranê ve hatiye kirin.