Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamekî spaha pasdaran a terorîst li Lubnanê de hate kuştin

11:14 - 1 Tebax 2024

terorîstekî spaha Quds li dema kuştina fermandeyekî Hizbullahê, yê bi navê “Fuad Şukur” li Lubnanê de hatiye kuştin û ragihandinên ser bi rêjîma Îranê jî kuştina wî terorîstî, piştrast krine

terorîstekî spaha quds ê bi navê “Mîlad Bîdî” li dema êrîşa esmaniya Îsraîl bo ser fermandeyê  payebilind ê Hizbullaha Lunbanê yê bi navê “Fuad Şukur, naskirî bi “hac muhsin”, li devera “Zahiye” li Lubnanê de hate kuştin û nûçegihaniya “Fars” a ser bi spaha pasdaran a terorîst, tevî piştrastkirin a kuştina wî terorîstî, daye zanîn ku navbirî li tenîşta cihê mala wî fermandeyê Hizbullahê de akincî bûye û hatiye kuştin.

herwisa nûçegihaniya Fars daye zanîn ku termê wî li roja Çarşemiyê 9ê Gelawêjê, li nav dîwarên herifî yê li emcama teqînê de hatiye peydakirin.