Komîteya Peydakirina Rastiyan a Saziya Netwên Yekgirtî li derheq tepeseriya netewên bê maf û kêmaniyên olî ji aliyê rêjîma Îslamiya Îranê, raporek belav kir û da zanîn ku Kurd û Belûç zêdetir hatine tepeserkirin.
Roja Dûşemî 15ê Gelawêjê, Komîteya Peydakirina Rastiyan a Saziya Netewên Yekgirtî(UNFFM) bi belavkirina raporekê daye zanîn ku netewê bê maf û kêmaniyên olî bi taybet Kurd û Belûç, bi awayekî gelek zêde li pêvajoya tevgera “Jin Jiyan Azadî”yê de rastî tepeserkirinê hatine ku ev jî encama cudatîdanînên mêjve ye.
Herwisa li vê raporê de hatiye ku piraniya wan tepeseriyan cinayet li dijî mirovahiyê bûne.
Herwisa vê komîteyê ragihandiye: pêka wan belgeyan, qaseke berfireh ji binpêpkirina eşkere ya mafê mirovî yên wek kuştinên neyasayî, bidarvekirinên serweyî yasayê, bikaranîna hêza nehewce ya bukuj, binçavkirinên xoserane, îşkence, destdirêjî, bêserûşûnkirina bi zorê û azadana zayendî” li xwe digre ku piraniya wan cinayet li dijî mirovahiyê ne û zarok jî ji wan xisarên hertimî parastî nebûne.
Li dawiyê de komîtê daxwaza encamdana guherîn li derheq hewldanên bo qerebûkirin û neçarkirina berpirsan li asta navnetewî bo dabînkirina mafê qurbaniyan û bi taybet jin û zarokan kiriye.