Xelkê Lubnanê nigeranê qewimîna şerekî kawilker li lubnanê ye û hejmarek ji xelkê Lubnanê jî li balafirxaneya Beyrûtê de kom bûne ku ji Lubnanê derkevin û fermandeyekî Hizbullahê jî hate kuştin.
Bi sedema şerxwaqziyên rêjîma Îranê û birêvebirina siyasetên kawilker ên rêjîma Îslamiya Îranê ji aliyê milîsên ser bi vê rêjîmê bi taybet Hizbullha Lubnanê, egera şerekî kawilker li Lubnanê de heye û xelkê Lubnanê nigeranê vê yekê ye ku rastî qederek wek qedera Xezê bên, lewma hewlê didin li cihên ewlehtir de niştecî bin.
Herwisa hejmarek ji xelkê Lubnanê bi sedema vê nigeraniyê, li balafirxaneya navnetewî ya Beyrûtê de kom bûne ku Lubnanê bi cih bihêlin.
Li halekê de ku rewşa xelkê Lubnanê dijwartir bûye, hêza Esmanî ya Artêşa Îsraîl, li êrîşerke dironî de fermaneyekî payebilind ê Hizbullahê yê bi navê “Elî Cemaledîn Cewad” ku yek ji fermandeyên hêza “Rizwan” a Hizbullahê û birêveberê avêtina mûşekan bi Îsraîlê bûye, li gundê “Eba” li başûrê Lubnanê de kuşt.
Hizbullha Lubnanê kuştina wî milîsê xwe piştrast kiriye.