Girtiyeke siyasiyê Kurd ê Yarsanî li bêdengiyeke tevav û bê agehdarkirina malbat û parêzerê wî li girtîgeha Dîzilabad a rêjîmê li bajarê Kirmaşanê de ji aliyê rêjîma Îranê ve hate bidarvekirin.
Sibêdeha roja Sêşemî 16ê Gelawêjê, “Riza Resayî” ku bi çendîn tohmetên wek kuştina fermandeyê Îtilaata rêjîmê li bajarê Sehnê de hatibû tohmetbarkirin û li jêr îşkenceyên rêjîmê de neçar bi îtirafkirina bi zorê bibû, li girtîgeha Dîzilabad a rêjîmê li bjarê Kirmaşanê de hate bidarvekirin.
“Riza Resayî” li 3ê Sermaweza 1401 a Rojî ji aliyê hêzên hov ên ewlehî yên rêjîma Îranê li bajarê Şehriyarê li parêzgeha Têhranê de hatibû binçavkirin û bo bajarê Sehnê hatibû veguhastin û li girtîgeha Agahî ya rêjîmê li wî bajarê de bo îtirafkirina bi zorê li beşdarî li kuştina fermandeyê îtilaata spaha pasdaran a terorîst li bajarê Sehê “Nadir Bêyramî”, bi hovanetirîn rewşê hatibû îşkencekirin û çendîn cureyan rastî gefxwarinên rêjîmê hatibû.
Ew ciwanê Kurd li taya 2 a dadgeha sizakirin a rêjîmê li bajarê Kirmaşanê de bi tohmeta beşdarî li kuştina bi zanebûn a Nadir Beyramî yê fermandeyê îtilaata spaha pasdaran a terorîst li bajarê sehnê li rêûresma bi bîranîna Seyêd Xelîl Alînijad li 27ê xezelwera 1401 a Rojî li bajarê Sehnê, alozkirina aramiya giştî û çend tohmetên din, sizaya bidarvekirinê bi ser de hatibû sepandin.
Li vê rêûresmê de bi dehan kes ji beşdarbûyên vê rêûresmê hatibûne binçavkirin û li encama pevçon li navbera hêzên tepeserke û xelkê, nadir Bêyramê yê fermandeyî îtilaata spaha psdaran a trorîst li bajarê Sehnê hatibû kuştin
Li dema bidarvekirina “Riza Resayî” malbat û parêzerên wî nehatibûne agehdarkirin û bidarvekirina wî serhildêrê tevgera “Jin Jiyan Azadî”yê li bêdengiyeke teva de hate kirin.