Deq peyamê wiha ye:
Pêka nûçeyan, mixabin sizaya bidarvekirina Riza Resayî, girtiyê siyasiye Kurd û bavirmendê ola Yarsan ku li tevgera Jînayê de hatibû girtin, li girtîgeha navendî ya Kirmaşanê de hate cîbicîkirin.
Belavbûna vê nûçeyê li demekê de ye ku Pexşan Ezîzî û Wirîşe Muradî, 2 jinên têkoşere Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê, gefa cîbicîkirin û sepandina sizaya bidarvekirinê bi ser wan e. Herwisa hejmarek din ji xebatkar û têkoşerên siyasiyên din yên azadîxwaze Îranê û herêmên netewên din jî sizaya bidarvekirinê bi ser wan de hatiye sepandinê.
Riza Resayî, dehemîn girtiyê Kurd e ku li sala 2024 a Zayînî de ji aliyê demodezgehên tepeserker ên rêjîma Komara Îslamiya Îranê ve hatiye bidarvekirin.
Bê guman, benkê sêdarê û sizaya bidarvekirinê, nikare bibe astenga ser ritya xebat û berxwedana azadîxwazên Îran û Kurdistanê bo rawestiyan li hember rêjîma mirovkuj a komara îslamî.
Tevî şermezarkirina vê tawanê, em sersaxiyê dibêjme malbata Riza Resayî û xelkê daxbare Kurdistanê û bavirmendên ola Yarî.
Mistefa Hicrî
Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê
16ê Gelawêj a sala 1403 a Rojî