Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Fermandeyekî din ê Hizbullahê hate kuştin

10:42 - 7 Tebax 2024

Fermandeyekî Hizbullha Lubnanê ku pêştir bi terorkirina Refîq Herîrî serokwezîrî Lubnanê hatibû tawanbarkirin, li êrîşerke esmanî ya Îsraîlê de hate kuştin.

Roja Sêşemî 16ê Gelawêjê, milîsekî ser bi rêjîma Îranê yê bi navê “Emîn Bedredîn” ku fermandeyê beşa leşkerî ya Hizbullaha Lubnanê bû, li êrîşerke esmanî ya Îsraîlê de li bajarê “Meyfedûn” li başûrê Lubnanê, hate kuştin. Ew milîsê ser bi rêjîma Îranê pêka hinek çavkaniyan bikerê terorkirina “Refîq Herîrî” yê siyasetmedar û serokwezîrê Lubnanê tê naskirin.

Refîq Herîrî li Dema serokwezêriya xwe de li teqîneke gelek mezin li bajarê Beyrûtê de digel 21 kesên din ku yek ji wan serokwezîrê pêştir ê Lubnanê bû, hatine kuştinê û li destpêkê de ji aliyê dadgeha Lahê ve Hizbullha Lubnan û rêjîma Sûriyê bi tawanbarê yekem ê vê teqînê hatine naskirin ku piştre ew tawanbarkirine hate guherîn û ragihandin ku bi sedema nebûna belge nikarin wan bi tawanbar nas bikin.

“Emîn Bedredîn” bi darêjer û bikerê vê teqînê hate tohmetbarkirin ku piştre dosyeya vê terorê bi awayekî cihê şik û gumanê hate girêdan. Lê bi kuştina wî terorîstê ser bi rêjîma Îranê, careke din îşare bi rola wî li vê terorê de tê kirin.