Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Qutbûna zêde û bê bername ya berqê li Îranê nerizayetiya xelkê li pey xwe aniye

11:16 - 1 Tebax 2024

Kasibkarên pîşeyî li Îsfehanê û herwisa beşek ji xelkê bajarê Selmasê, ji qutbûna zêde û bêbername ya berqê nerazî ne û ragihandine ku derbe bi karê wan dide û wan rastî xisarên malî dike.

Pêka raporên xwecihî li bajarê Selamsê, qutbûna zêde û bêbername ya berqê, jiyana xelkê û herwisa kasibkar û dukandaran dijwartir kiriye û karê wan disekine û ti aliyeke pêwendîdar jî bersiva wan nade û xelkê wî bajarê beresîvnedana berpirsan bi taybet îdareya berqa rêjîmê li wî bajarê, bi awayek bêrêzîkirin bi xelkê ye û bê bername, berqa xelkê qut dikin û xelkê rastî pirsgirêkan dikin.

Herwisa xelkê devera pîşeyî ya devera “Cêy” ya bajarê Îsfehanê jî nerizayetiya xwe li derheq qutbûna bêbername ya berqê dane xuya û ragihandine ku qutbûna berqê bûye sedema xisarpêketinên malî û beşek zêde ji berhemên xwarinê bi sedema qutbûna berqê ji nav diçin ku xisareke zêde bi berhemêhêneran û herwisa firoşyarên xwarinan kevtiye.

Pêştir jî beşa dermanî û nexweşxaneyan nerizayetiya xwe li hember qutkirina berqa navendên derman û nexweşxaneyan dabûne xuya û ragihyandibûn ku ev yek gefek micide li ser canê nexweşan.