Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bidarvekirina Riza Resayî, berteknîşanda kesayetiyên siyasî û rêkxiravên mafê mirovî li pey xwe anîn

12:28 - 7 Tebax 2024

Bidarvekirina Riza Resayî, girtiyê siyasiyê Kurd ê Yarsanî,  ji aliyê rêjîma Îslamiya Îranê ve berteknîşandana  xelkê û kesayetiyên siyasî û rêkxiravên mafî mirovî li pey xwe anî.

Li derheq bidarvekirina Riza Resayî, girtiyê siyasî yê şorişa “Jin Jiyan Azadî”yê de, rêzdar Mistefa Hicrî, berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bi belavkirina peyamekê, tevî sersaxîdan bi malbata wî ciwanê Kurd û xelkê Kurdistanê û azadîxwazên Îranê, bidarvekirina wî ciwanê Kurd şeremzar kir û ragihand: “Benkê sêdarê û sizaya bidarvekirinê, nikare bibe asteng li ser riya xebat û tekoşîna azadîxwazên Kurdistan û Îranê”.

Herwisa rêkxirava Lêbihorîna Navnetewî, rêkxirava mafê Mirov li Îranê, Encumena malbatên qurbaniyên balafira Ukraynê û kora Giştî ya çalakvanên Yarsanî, bi belavkirina daxuyaniyên cuda, bidarvekirina Riza Resayî şermezar kirin.

Riza Resayî yê Temen 34 salî bi tohmeta kuştina pasdarekî terorîst ê bi navê “Nadir Bêyuramî” ku vê demê berpirsê Îtilaata spaha pasdaran a terorîst li bajarê Sehnê de bû, hate dadgehîkirin û piştî gefxwarin û îşkencekirinên hovane nji aliyê rêjîma Îranê, neçar bi îtirafa bi zorê bi kuştina wî pasdarê terorîst ê rêjîmê kirin û li dadgeheke şanoyî de sizaya bidarvekirinê bi ser wî xortê şorişvane Kurd de sepandibûn û bê agehdarkirina malbat û parêzerê wî, li 16ê Gelawêjê de li bêdengiyeke tevav de, bidarvekirin.