Yehya Sinwar ê fermandeyê hêza Qesam a Hemasê, piştî kuştina Îsmaîl Heniye, bû serokê vê rêkxirava ser bi rêjîma Îranê û ji aliyê milîsên Hemasê ve bi fermî wek serokê nû yê siyasiyê Hemasê hate diyarîkirin.
Yehya Sinwar ê fermandeyê hêza Qesam a Hemasê, ji aliyê vê rêkxirava ser bi rêjîma Îranê ve wek berpirsê siyasiyê Hemasê bi awayeke fermî hate diyarîkirin û navbirî yek ji wan fermandeyên Hemasê ye ku dema revîn jê destê artêşa Îsraîl li şerê Xezê, dirafekî zêde û çendîn belgeyên vergirtina sedan hezar Dolar ji rêjîma Îranê li cihê mana wî de kevtine destê serbazên Artêşa Îsraîl.
Yehya Sinwar yek ji milsên tundajo yê Hemasê ye ku hogoiriyeke zêde bi rêjîma Îslamiya Îranê û rêîjîma Beşar Esed heye û piştî kuştina Îsmaîl Heniye daxwaz kiribû ku kesekî ku pêywendiyên nêz û baş digel rêjîma Îranê û Sûriyê yhene, bibe berpirsê Hemasê,
Yehya Sinwar ji sala 1988 heta 2011 a Zayînî, anku 22 salan li girtîgehên Îsraîlê de bû ku li sala 2011 a Zayînî de digel serbazekî Îsraîlî yê li destê Hemasê, hate veguherîn.
Navbirî yek ji wan kesên bingehîn e birêvebirina siyaseta rêjîma Îranê bo kawilkirina Xezê û bi kuştindan û awarekirina xelkê Xezê ye.