Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de Malnişînkiriyan, werzêr û kedkaran û xwediyên kamiyonan û pişikdarên şirketan, zêdetir ji 8 kombûnên nerizayetî li lidar xistin.
Pêka rapora “HRANA”yê li Rojhilatê Kurdistanê de malnişînkiriyên dabînkirina civakî û Muxabiratê, li bajarê Kirmaşanê, li rûberûyê bînaya sendûqa malnişînkiriyan kombûneke nerizayetiyê lidar xistin û çendîn daxwaziyên xwe yên wek birêveçona biryarnameya 89 a dabînkirina civakî, dadperwerî li vekhevkirina hiqûq, birêbevbirîna benda 1 a madeya 21 a yasya xizmetkirin a niştimanî û çendîn daxxwaziyên din dubare kirin.
Herwisa hejmarek ji mamostayên malnişînkirî li bajarê Têhranê, girûpek ji werzêr û xwediyên baxçeyan li bajarê Demawendê, hejmarek ji kedkarên şirketa neft û gaz a Parsa Cinûbî li yekeye Eselûye, hejmarek ji kedkarên kompaniya Wagon Pars li bajarê Erakê li vê rojê de kombûna nerizayetoiyê lidar xistine.
li vê rojê de hejmarek ji malnişînkiriyên pîseya miswar li Kirmanê, hejmarek ji perestaran li bajarê Şîrazê û hejmarek ji xwedîpişkên şirketa Rêyhan Tak li bajarê Têhranê û kedkarên bajarvaniya serbenderê, kombûna nerizayetiyê lidar xistin.
Xwediyên kamiyonan li bajarî Îsfehanê de jî çaremîn roja mangirtina xwe berdewam kirin.