Girtiyek li girtîgeha rêjîmê li bajarê Urmiyê de bi sedema pêrenegihîştina pizişkî canê xwe ji dest da û êrîşa hovaneya hêzên rêjîmê li girtîgeha Êvînê bo ser benda jinan.
Li girtîgeha navendî ya rêjîma Îranê li bajarê Urmiyê de girtiyek ê bi navê “Rûhullah Mihemedî” yê temen 48 salî û xelkê bajarê Urmiyê, bi sedema pêrenegihştina pizîşkî û sekinîna dil, canê xwe ji dest da.
Herwisa garda taybet a li girtîgeha Êvîn a rêjîmê li bajarê Têhranê, bi êrîşkirin bo ser benda jinan a vê girtîgehê, bi awayekî hovane û dûr ji mirovahiyê, hejmareke zêde ji wan jinan kutan ku şûna wan dreban li ser cestê wan girtiyan hatiye dîtin ku beşek ji wan bo beşa Bêhdarî ya vê girtîgehê hatibûne veguihastin.
Li vê êrîşa hovane de jinên girtî gelek hovane kevtine ber derbên wan hêzên dijî mirov û pêka hinek çavkaniyan “Nergis Mihemedî” li vê êrîşa hovane de rastî pirsgirêka dil hatiye û şûna derban li ser cestê vê mane.